YNKê biryar da besdarî civîna Parlementoya Kurdistanê bibe
PeyamaKurd - Di derbarê civîna îro ya Parlementoya Kurdistanê de, Fraksiyona YNKê daxuyaniyek belav kir.
Biryar e ku îro di saet 11:00an de, Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî pêk bîne.
Hefteya borî ji ber fraksiyona YNKê tevlî civînê nebû, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, parlamenter vexwandin ji bo civîna do, a roja 26.07.2020an. Lê belê do, li ser daxwaza fraksiyona YNKê, civîna Parlamentoya Kurdistanê hate paşxistin.
Fraksiyona YNKê jî bi daxuyaniyekê ragihand, biryar dane beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin