Îsraîlê biryar da ku besdarî civîna Qehîreyê bibe

13 February 2024 17:58 0 dîtin
Îsraîlê biryar da ku besdarî civîna Qehîreyê bibe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Îsraîlê biryar daye ku beşdarî civîna Qehîreyê bibe.

Di civîna ku wê îro bi beşdariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Misir û Qeterê, li paytexta Misir Qehîreyê bê lidarxistin de wê beşdar hewl bidin ku ji bo şerê Xezzeyê agirbest bê ragihandin û mijara pevguhertina dîl û girtiyan bê çareserkirin.

Dezgeha Ragihandina Giştî ya Îsraîlê ragihand ku hikûmetê biryar daye bi fermî beşdarî civîna ewlekarî ya Qehîreyê bibe.

Di nûçeya dezgehê de hate diyarkirin ku wê şanda Îsraîlê ji serokê MOSSADê David Barnea, serokê Şîn Betê Ronen Bar û Generalê Artêşa Îsraîlê Nitzan Alon pêk tê.

Wek tê zanîn wê ji şandên welatên beşdar jî, Rêveberê CIA William Burns, Rêveberê Dezgeha Sîxuriyê ya Misirê Abbas Kemal û Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî beşdarî civînê bibin.

Jêderekî ji hikûmeta Îsraîlê ku nexwestiye navê xwe bide daye zanîn ku wê Îsraîl, pêşnûmayeke nû ku ji bo azadkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de amade kiriyê, pêşkêşî vê civînê bike.

Jêder gotiye: "Di pêşnûmaya nû ya Îsraîlê de nermbûnek heye û ji ber vê yekê, tê hêvîkirin ev nermbûn di danûstandinan de bibe sedema serkeftinê."