YNKê: Dr. Roj Nûrî Saweys têkoser û siyasetmedarekî bi ezmûn bû

15 February 2021 14:02 0 dîtin
YNKê: Dr. Roj Nûrî Saweys têkoser û siyasetmedarekî bi ezmûn bû

PeyamaKurd – Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo koça dawî ya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Roj Nûrî Şaweys,  peyameke serxweşiyê arasteyî Polîtburoya PDKê kir.

Bi sedema nexweşiyekê Endamê Polîtburoya PDKê Diktor Roj Nûrî Şaweys, îro danê sibê li nexweşxaneyeke Hewlêrê, di temenê xwe yê 74 salî de jiyana xwe ji dest da.

Peyama serxweşiyê ya Polîtburoya YNKê wiha ye:

“Bi xemgîniyek mezin me nûçeya koça dawiyê yê Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Diktor Roj Nûrî Şaweys bihîst.

Diktor Roj Nûrî Şaweys têkoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû ku beşeke mezin ji jiyana xwe di xebat, têkoşerî û xizmetkirina di qada siyasî û raperandina erkên hikûmî de derbas kir. Bi jidestdana wî, em xemgîn in.

Pirse û sersaxiyê li we û teaviya endamên malbata Nûrî Şaweys dikin. Xwe bi hevbeşê xemê wan dizanin. Ji xwedê daxwazkar in, dawiya nexweşiyan be.”