YPGê rapora NY ya ser ‘bikaranîna dibistanan û leskerên zarok’ red kir...
PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di bin banê HSDê de li Rojavayê Kurdistanê erka leşkerî bicih tîne, rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê revandin û leşkerkirina zarokan de red kir û ew rapor wekî alîgirî bi nav kir.
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd got, "Yekîneyên Parastina Gel dê li ser angaştên binpêkirinan ên di derbarê bikaranîna dibistanan ji bo mebestên leşkerî, yên ku hêzên me pê hatine tometbarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin."
Berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd îro 28ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Yekîneyên Parastina Gel bi tundî angaşt û hejmarên têkildar ên ku di rapora navborî de tên dîtin der barê hejmara binpêkirinan ên ku derbarê pirsgirêka leşkerkirina zarokan de ji yekîneyên me re tên hesibandin, red dike. Hêzên me xwedan rêziknameyeke hişk û mekanîzmayeke çavdêriyê ya xurt e ku armanc dike ku nehêle kesek di bin 18 saliyê de tev li nava refên me bibe.”
Nûrî Mehmûd diyar kir: “Me bi baldarî rapora li ser Zarok û Aloziyên Çekdarî hûrand ku proseya di navbera Çile-Kanûn 2020’an de vedikole û di dîroka 6’ê Gulana 2021’an de de ji aliyê ofîsa nûnera taybet a NY ya ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî birêz Virginia Gamba ve hat weşandin. Yekîneyên Parastina Gel careke din piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftinê ku di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye îmzekirin û em careke din destnîşan dikin ku em plana bizavî ya di navbera her du aliyan de li xwe digirin.”
Berdevkê YPGê dide zanîn: “Yekîneyên Parastina Gel li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî pabendbûna xwe bi pîvanên navneteweyî û mirovî dubare dike. Em di heman demê de ofîsên çavdêrî û ragihandinê yên Neteweyên Yekbûyî û kesên berpirsyarê lêpirsîn û çavdêriyan li herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber ku ew mekanîzmayek alîgir e di nirxandin û radestkirina zanyariyan ku di raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî de derbas dibin, ji ber ku ew zanyarî dikevin bin bandora partiyên pêşbaz û/an dijminê Rêveberiya Xweser.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Yekîneyên Parastina Gel dê li ser angaştên binpêkirinan ên di derbarê bikaranîna dibistanan ji bo mebestên leşkerî, yên ku hêzên me pê hatine tometbarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin.”
Berdevkê YPGê rexne li rapora Neteweyên Yekbûyî girt û diyar kir, “Derfetên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya rêjîma Sûriyê û Tirkiyê têne bikaranîn, ji ber ku ew ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pejirandin, lê zarokên li herêmên Rêveberiya Xweser, ku ji hêla cografîk de %32’ê Sûriyê pêk tîne, bi hincetên nemaqûl ji mafên xwe bê par têne hiştin.”
Herwiha hat gotin, “YPG gihîştina tîmên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hevkar ji bo navendên çavdêrî û girtîgehên sîvîl û leşkerî dabîn dike, di vê derbarê de zanyariyên hewce bi zelalî parve dike.”
Berdevkê YPGê karbidestên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê tometbar kir ku berpirsiyariyên xwe li gorî standardên navneteweyî li hember zarokên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û komên cur bi cur ên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk nayînin ku ew zarok %40ê tevahiya nifûsa di bin 18 saliyê de li Sûriyê pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin