Rapora NY: Tirkiyê leskerên zarok sandine Libyayê
PeyamaKurd - Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe de eşkere kir ku Tirkiyê ‘leşkerên zarok’ şandine Libyayê.
Komîsyona Berhevkirina Zanyariyan a Lîbyayê ya Konseya Mafên Mirovan a girêdayî NY, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a ji sala 2016an û heta niha eşkere kir.
Li gorî nûçeya BBCyê di raporê de tê gotin ku di şerê navxweyî yê Libyayê de Tirkiyê ‘leşkerên zarok’ bi kar anîne.
Di raporê de hatiye ragihandin ku Tirkiyê peymanên navnetewî binpê kiriye û di êrîşên ku sivîl tê de hatine kuştin de jî balafirên bêmirov ên Tirkiyê hatine bikaranîn.
Herwiha hat destnîşankirin ku li gorî zanyarî û belgeyên hatine bidestxistin, Tirkiyê çekdar ji Sûriyê derbasî Libyayê kirine û ew dane şerkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin