YSKê ji bo hilbijartina saredariyan sîstemeke nû encamên hilbijartinan ragihand
PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) sîstemeke nû ya ji bo eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an ku li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin ragihand.
YSKê ragihand ku wê Sîstema Parvekirina Encamên Sindoqan di hilbijartinên 31ê Adarê de were bikaranîn û giştînameya wê jî di Rojnameya Fermî de hatin ragihand.
Li gorî giştînameya sîstema eşkerekirina encamên dengdanê, wê roja hilbijartinê sindoq piştî dengdanê ango ji demjimêr 17:00 şûnde bên vekirin û wê encamên demkî yên sindoqan hebin, lê ji îtirazên partiyan re nebin hincet.
Li gorî giştînameyê, wê ew encam ji kesên sêyem re neyên şandin, ji raya giştî re neyên eşkere kirin û piştî rabûna qedexeyan jî bi awayekî sînorkirî bên eşkerekirin.
Herwiha wê bi rêya sîstema nû encam li ser komputerê bên tomarkirin û tenê partiyên siyasî dikarin bi rêya sepana webê girtenameyên îmzekirî bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin