YSPê, biryara xwe ya gera duyem ragihand!
PeyamaKurd- Partiya Çep a Kesk (YSP), di derbarê gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê de helwesta xwe diyar kir. Ji bo opozîsyon bi ser bikeve, wekî gera yekem, di gera duyem de jî dê piştgiriya Kiliçdaroglû were kirin.
Partiya Çep a Kesk û HDPê, civîna xwe ya yekemîn a piştî hilbijartinê li dar xist. Di civîna ku nirxandina encamên hilbijartinan hat kirin de biryar hat dayîn ku di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgirî bidin namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu.
Partiya Çep a Kesk û rêveberiya HDPê di danezana dawî ya îro de sedemên biryarê nirxand û destnîşan kir ku di pêvajoya beriya hilbijartina 28ê Gulanê de giraniya wan li ser hilbijartina Serokomariyê ye.
Hat gotin ku helwesta Partiya Çep a Kesk a di pêvajoya ku derbasî gera duyemîn bibe dê ji gera yekem cuda nebe.
Li gorî hat ragihandin, êdî di rêbazê de ji mitîngên qelebalix zêdetir, dê civîn û hevdîtinên têr armanc bên pergalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin