Yûnanîstan ji Almanya 300 mîlyar Ewro dixwaze

05 June 2019 00:09 0 dîtin
Yûnanîstan ji Almanya 300 mîlyar Ewro dixwaze

PeyamaKurd- Yûnanistan ji Almanyayê tazmînata şer dixwaze û bo vê mijarê notayeka devkî da Almanya. Sedema ku Yûnanistan nota da Almanyayê; bo di şerê cîhanê yê yekem û duyem de Yûnansitan hatiye îşxalkirin. Di notayê de weha hat gotin:

“Em daxwaz dikin ku muzakere destpêbikin ji ber ev mijar bo xelkê Yûnanê girîngiya wê ya maddî û manewî heye. Daxwaza me ya bo qurbanên dema îşxala Almanya, krediya bo îşxala ya bê faîz divê bê dayîn, ew asarên ku hatine talankirin, ji ciyên wan hatine rakirin ku mirata me ya arkeolojîk û çandê ye, divê bê dagerandin.”

Meclisa Yûnan di meha nîsanê de bi awayeka fermî vê daxwazê qebûl kiribû. Komîsyona ku meclisa Yûnanê bo qurbaniyên îşxala Almanya ku dema Naziyan de jiyana xwe ji dest dabûn, di sala 2016an de dest bi xebata xwe kiribû û di cotmeha sala 2018an de belavkiribû.

Yûnanistan ji Almanyayê 300 mîlyar Ewro pere daxwaz dike û eserên dîrokî yên ku Almanya di dema şer de birine, wan bi paşde dixwaze. Almanya jî dibêje ku wan di sala 1960an de 115 mîlyon Mark pere dane Yûnanistanê û daxwaza wan qebûl nake û dibêje ev mijara qediyaye.