Hindistan û Almanya bi miqdarê deh mîlyar Ewro projeyan çêdikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand ku ji bo projeyên bi Hidnsitanê re çêbikin heya sala 2030 an wê deh milyar Ewro pere bidin. Scholz ragihandina xwe piştî civîna îstîşarê ya 6 em, bi serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re derket ber çapemeniyê û ragihandinên xwe kirin. Scholz ragihand ku ew amadened li ser pirsgirêkên kureyî hevkariya xwe bi Hindistanê re bipêşbixin û weha got:
“Hindistan li Asyayê ji aliyê aborî, siyaseta ewlehiyê û siyaseta kêşûhewayê de hevparekî me yê girînge. Herêma Hind-Pasîfîkê yek ji deverên herî bi tevger ya dinyayê ye lewra em ê li vê deverê xebatan zêdetir bikin. Dema em ji aliyê darayî û zêdebûna nûfûsê de lê dinêrin, em dibînin ku xwediyê girîngiyê ye û ji bo parastina kêşûhewayê navende û lewra me gelek peymanan îmze kir.
Em ê ji bo projeyan bi miqdarê deh milyar Ewro pere temîn bikin. Di nav peymanan de enerjiya ku dikare mirov nûh bike, koç û mijara karkerên kalifiye heye û her weha pêşdebirina hîdrojena kesk û parastina kêşûhewayê hene.
Me Hindistanê dawetî zîrweya di hezîranê de ya G7 an ya ku li Almanya çêbibe, kir.”
Serokwezîrê Hindistanê Modi jî ragihand ku Almanya û Hindistan weka du welatên demokratîk qiymetên hev yên hevpar parvekirine û di salên dawiyê de gelek pêşdeçûnan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin