Meclisa Almanya fona artêsê ya bi miqdarê 100 mîlyar Ewroyî tesdîq kir

03 June 2022 22:52 0 dîtin
Meclisa Almanya fona artêsê ya bi miqdarê 100 mîlyar Ewroyî tesdîq kir

PeyamaKurd – Meclisa Federal ya Almanya daxwaza hukumeta Almanya ya ji bo veqetandina pereyê bi miqdarê 100 mîlyar Ewroyê ya ji bo artêşê qebûl kir. Perê ji bo artêşê hat veqetandin, ew pere wê di nûhkirina artêşê de, di kirîna sîlih û techîzatan de bê bikaranîn.

Di dengdana meclisê de 80 parlementer dengên neyînî û bi 7 dengên rengnediyar û bi erêkirina 598 parlementeran hat qebûlkirin. Ji bo temamkirina perê fonê, ji bo hukumet karibe krediyê bidest bixe jî, xala destûrê ku li pêşiya sitendina krediyê asteng bû, bi erêkirina 567 parlementeran hat guherandin.

Divê biryara meclisê, paşî li meclisa nûneran ya eyaletan ya federal de bikeve dengdanê û ji 2/3 yê meclisê dengê erênî bide.

Bi avakirina fona bi 100 mîlyar Ewro re hedefa Almanya ew e ku şiyanên tevgera artêşê zêdetir bikin. Di nav serfa qelemên di nav fonê de, balafirên Eurofighter û "F-35", helîkopterên neqliyê, keştiyên şer, kirîna tankan, bi çekkirina balafirên bê ajotvan ya Heronan, temînkirina techîzatên leşkerî, pêşdebirina sîstemên parastinê û projeyên weka wan hene.