Miqdarê xaza Almanya ket binê %30 yan
PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê Almanya Robert Habeck ragihand ku xaza wan ya heyî ketiye bin %30 yan û ev rewş wan dixe endîşê. Bi sedema pirsgirêka xazê, Almanya xwe amade dike da ‘qanûna rezerva xazê ya netewî’ derxe. Pirsgirêka xazê ya Almanya piştî Rûsya Ûkraynayê îşxal kir dest pêkir.
Wezîrê darayî ragihand ku bi qanûna wê derxin, wê tê de destnîşan bikin bê tesîsên wan heya kengê û bi çendîn miqdarî tije be.
Wezîr Habeck got ku piştî heyiyên Almanya yên xazê kêm bûne, ji ber pêşî li bihabûna xazê bigrin û ji xaza Rûsyayê serbixwe bibin, divê qanûn bê derxistin. Habeck weha got:
“Êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê lezgîniya me zêdetir kir. Tesîsên me yên ku em ê xazê di wan de kom bikin, ji bo têra mehên zivistanê bike, divê bên duristkirin. Divê em li wexta ku xaz û erzaniya wê nerenin, pêdiviya xelkê temîn bikin û li ser bingeha qanûn bidin danîn. Em dixebitin da qanûnê bigihînin 1 ê gulanê û di meha nîsanê de qanûnê di meclisa federal de bidin qebûlkirin. Hedefa me ew e ku em di mehên havînê de dest bi tijekirina depoyan bikin.”
Ciyê depokirina xazê ya Almanya têra 24 mîlyar m3 dike,di serê sala 2021 ê de miqdar daket % 90 an û di serê sibatê de daket % 40 an. Niha xaza depokirî di bin % 30 an de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin