Meclisa Federal ya Almanya “qanûna koçberiyê ya bi qalîte’ qebûl kir

24 June 2023 00:31 0 dîtin
Meclisa Federal ya Almanya “qanûna koçberiyê ya bi qalîte’ qebûl kir

PeyamaKurd – Almanya çend mehe li ser qanûna koçberan ya kesên ku ji derveyê welatên Yekîtiya Awrûpayê herin Almanya dixebite û îro meclisa federal ya Almanya qanûnê qebûl kir. Qanûn, koçberên ku xwediyê meslekin û pêdiviya Almanya bi wan meslekan heye, ji bo çûna wan ya Almanya hêsankarî çêdike.

Di meclisa federal de, di dengdanê de, ji bo pêdiviyên Almanya werin cîh û bi pirsgirêka seha ku pêdivî pê heye, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Hur Demokrat dengên xwe dan û qanûn qebûl kirin. Di dengdanê de ji 661 parlementerên meclisê 388 kes dengên xwe bi erênî dan, 241 parlementer qanûnê red kirin û 31 parlementer rengê dengê wan ne diyare.

Şîrketên Almanya bi salaye ku nikarin karkerên bi qalîte têra xwe peyda bikin û ev jî zerarê dide aboriya Almanya û refaha xelkê dixe xeterê. Ji ber wê jî karsazên Almanya zorê didan hukumetê da çareseriyekî peyda bike. Li gor qanûna nû:

-Şertê yekem ew e ku kesê here Almanya divê derçûyê zankoyekî ku Almanya diploma wan qebûl dike, di karê xwe de bi tecrube be û ji şîrketekî Almanya teklîfa kar bistîne.

-Rêyeka dinê divê karmendê here Almanya, di karê xwe de xwediyê tecrubeya 2 salan be, perwerda wî ka kar hebe an dîploma wî hebe.

-Rêya dinê ya sêyem ew e ku kesekî ku kar nedîtibe lê ew erka wî hebe û qanûn derfetê dide. ‘Karta derfetê’ ew e ku di nav de wesf hene, mijara ziman heye, tecruba kar heye, têkiliya bi Almanya re û şertê temen heye an ku sîstemekî piraliye.