Yûnanistanê ji bo lihevkirina bi Tirkiyê re daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kir
PeyamaKurd – Yûnanistanê ji ber zêdebûna pêla penaberan ji Tirkiyê bi ser wan de, daxwaza lihevkirineke nû di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyê de kir.
Wezîrê Koçberiyê yê Yûnanistanê Dîmîtrîs Kaîrîdîs ragihand, weke yek ji welatên ku herî zêde ji mijara koçberiyê bandor bûye, guhertin û berfirehkirina peymana 2016an dixwazin.
Kaîrîdîs ji televizyona giştî ya ERTê re gotiye: “Em lihevkirinê dixwazin. Rewş erênî ye. Ev peyman di eslê xwe de dê bibe meseleya Ewropa-Tirkiye. Ev meseleya Ewropa-Tirkiyê ye.”
Herwiha wezîrê Yûnan da zanîn ku wê ev mijar 7ê Kanûnê li Selanîkê di civîna rayedarên payebilind ên Yûnanistan û Tirkiyê de were gotûbêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî krîza koçberan a sala 2015an, welatên YEyê peymanek bi Tirkiyê re îmze kiribûn ku tê de hatibû destnîşankirin, dê Enqere bi taybetî welatiyên Sûriyeyê li axa xwe bihêle ji bo wê jî 6 milyar euro fon dabûn Tirkiyê ku hinek jê nehatiye dayîn.
Li Yûninastinê di 8 mehên dawî de, hatine koçberan ji ser Tirkiyê zêde bûye û li gorî amaran 18 hezar koçber derbasî Yûnanistanê bûne ku li gorî sala 2022yan ji sedî 106 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin