Yûnanistanê kilîda radarê avêt ser balafirên ser ên Tirkiyê
PeyamaKurd – Çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandine ku di dema firînên perwerdeyê yên balafirên Tirkiyê yên cûreya F-16an de li Derya Ege û Derya Spî, ji aliyê sîstemên berevaniya Yûnanistanê ve kilîda radarê bo balafirên wan hatiye avêtin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiye AAyê di dema firîna balafirên Tirk de, ji sîstemên berevaniya asmanî yên S-300ên li Girava Rodosê balafirên Tirk hatine tacîzkirin û kilîda radarê bo wan hatiye avêtin ku ev tê wateya dikarin wan bikin hedefa xwe.
Herwiha hatiye diyarkirin, ev tê wateya ku Yûnanistan li dijî Tirkiyê S-300an bi awayekî çalak bikar tîne ku ew sîstem sala 1997-98an ji aliyê Kibrisê ve ji Rûsyayê hatibûn kirîn û li rojavayê Girava Rodosê hatibûn bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin