Zaharova: Amerîka Ûkraynayê li hemberê Rûsyayê weka sîlih bikartîne

02 September 2021 22:15 0 dîtin
Zaharova: Amerîka Ûkraynayê li hemberê Rûsyayê weka sîlih bikartîne

PeyamaKurd – Berdevka wezaret karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Amerîka Ûkraynayê li hemberê Rûsyayê weka Sîlih bikartîne. Zaharova behsa rojhilatê Ûkraynayê ya devera Donbasê kir û got li wê derê şerê navxwe heye.

Zaharova di rêya vidokonferansê de civîna heftane ya çapemeniyê kir û têkiliyên navbera Amerîkayê û Ûkraynayê rave kir. Zaharova got ku serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy seredana Amerîkayê kiriye û got:

“Washington Kîevê li hemberê Rûsyayê weha sîlih bikartîne lê dibe encamên xemgînî bi xwe re çêbike. Hinek encam li ortê ne. Di nava wan de wendakirina berjewendiyên Ûkraynayê, xitmandina dewletê û di şûnda berjewendiyên Ûkraynayê de berjewendiyên Amerîkayê û wendakirina nasnameya dîrokî ya Ûkraynayê hene.”