Zaharova: Daxuyaniya Amerîkayê pûç e
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya di derbarê Putin de nirxand û got ku ew daxuyanî pûç e û xuya ye tirseke wezaretê heye.
Mariya Zaharova, li ser mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Zaharova li ser pirsa rojnamevanan a di derbarê daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken a ku gotibû "Putin ji her kesî zêdetir li cîhanê ji bo xurtkirina tifaqa NATOyê dixebite" got ku
“Blinken xwedî hesteke "xirab" e û got, "Ev ramaneke nexweş, pûç û xelet e. Heger Wezîrê Karên Derve bi vî rengî bifikire, tirseke ku wezaretê bi rê ve dibe heye."
Zaharova destnîşan kir ku NATO her ku diçe berfireh dibe û wiha dewam kir:
"Heta sala 2022yan Moskow NATOyê berfireh dikir? Ma em bi binpêkirina peymana Rusya û NATOyê sûcdar in? Rojava ev peyman şikand. Ma dîsa em sûcdar in? Bi vî rengî hûn dikarin bigihîjin xala bêaqiliyê. Jixwe gerstêrka me xistine nav rewşeke pêkenok. NATO bi salan e "Wekî tifaq em her tim berfireh bûne. Me bi berdewamî anî zimên ku ev yek xemgîn e û dê encamên wê hebin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin