Zanîngeheke Amerîkî dest bi dayîna dersên Kurdî dike
PeyamaKurd- Zanîngeheke Amerîkî ya li eyaleta Missouri, ragihand ku ew dê bi awayê online bi zaravayî Soranî yê Kurdî waneyên ziman bidin destpêkirin.
Akademîsyen û pisporê pirsa Kurd li zanîngehê Dr. David Romano, li ser mijarê da xuyakirin ku mebesta wan fêrkirina bi asta giştî û astên cuda ya zimanê Kurdî ye.
Romano, diyar kir ku wê dersên Kurdî hefteyê 3 demjimêr bin û destnîşan kir, “Vekirina kursa zimanê Kurdî ji bo kesên biyanî gaveke gelekî girîng e. Beriya niha hevalên me yên Kurd ji ber nebûna dersên Kurdî gazin dikirin. Wezareta Derve digotin, ji ber kesên Kurdî zanin peyde nakin, nikarin karmendên bi zimanê Kurdî zanin wekî zimanên Tirkî, Farisî û Erebî bistînin. Ev jî pêvajoyeke dirêj bû ji bo fêrbûna Kurdî di astên cuda de.”
‘Wê ji bo pirsa Kurd bikeve rojevê bibe alîkar’
Mamosteyê Zanîngeha Ottawa ya li paytexta Kanadayê Dr. Cafer Şeyxulîslam jî li ser vekirina waneyên Kurdî li Zanîngeha Dewletê ya Missouri dibêje, wê ev pêngav ji bo pirsa Kurd bikeve rojevê bibe alîkar û wiha didomîne:
“Vekirina kursên wiha li zanîngehên cîhanê, nîşan dide ku pirsa Kurd gihîştiye asta girîngîpêdanê û pêwîstî pê heye zêdetir li ser bê rawestin. Herwiha wê ev kurs ji bo kesên li ser doza Kurd xebatan dikin jî gelekî sûdewar bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin