Zêdebarîna berfê li gundewarê Serhedê jiyanê rawestand
Peyama Kurd - Li parêzgehên bakurê Kurdistanê Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê, ji ber zêdebarîna berfê rêyên 80 gundî hatin girtin.
Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, barîna berf û baranê berdewam dike û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Şaredariya Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber zêdebarîna berfê rêyên 492 gundan hatine girtin lê piştî xebatên rêvekirinan rêyên 439 gundan hatine vekirin û ji bo vekirina rêya 53 gundan jî xebat berdewam in.
Li parêzgeha Mûşê jî piştî barana gur berfê dest pê kir.
Sekreterê Giştî yê Rêveberîya Taybet a Bajar a Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li tevahiya parêzgehê ji ber zêdebarîna berfê, rêyên 55 gundan hatibû girtin û piştî xebatan rêyên 52 gundan hatine vekirin.
Rêveberîya Taybet a Bajar a Colemêrgê jî da zanîn ku ji ber zêdebarîna berfê duh rêyên 74 gundan hatibûn girtin û di encama xebatan de rêyên 65 gundan hatine vekirin.
Rêveberîyê da zanîn ku tîmên tekoşîna bi berfê re, ji bo vekirina rêyên 9 gundan jî xebatên xwe didomînin.
Rêvebirê Pêdivîyên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Bajar a Bedlîsê Umît Kurtkan jî ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber zêdebarîna berfê rêyên 60 gundan hatibûn girtin û 45 ji wan hatine vekirin. Umit Kurtkan ragihand ku xebatên vekirina rêyên 15 gundan berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin