Zelenskiy dê bi Seroka IMFê re hevdîtinek bike

13 September 2022 15:30 0 dîtin
Zelenskiy dê bi Seroka IMFê re hevdîtinek bike

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Reutersê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy dê bi Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re hevdîtinek bike. Li gorî agahiyên hatin dayîn, hevdîtin dê îro li ser daxwaza alîkariya malî çêbibe.

Li gorî nûçeya hat parvekirin, ji bo bernameya malî ya Ukraynayê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, îro dê bi Seroka IMFê Kristalina Georgieva re hevdîtinek bike û dê li ser alîkariya IMFê ya ji bo Ukraynayê, dan û stendin bên kirin.

Hat ragihandin ku rayedarên Ukraynayê, ji IMFê alîkariyeke bi qasî 15-20 milyar dolar xwestine lê belê nayê payîn ku IMF vê daxwazê erê bike.

Ji bilî vê jî duh ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya IMFê ve civînek hatibû kirin û di civînê de plana ku 1.4 milyar dolar bi awayê lezgîn ji bo Ukraynayê bê şandin, hatibû nirxandin.