Zelenskiy gazin kir: Em windayên mezin didin, ti hinceta dereng sandina çekan nîne!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, gazin ji welatên rojavayî yên hevpeymanên xwe kir û got ku ew li du bajaran ji ber nebûna sîstemên moşekî yên pêşketî li hember hêzên rûsî windahiyên mezin didin.
Li gorî nûçeya Reutersê Zelenskiy gotiye, hêzên ukraynî li herêmên Severodonetsk û Kharkivê li hember hêzên rûsî windahiyên mezin didin û diyar kiriye, pêdiviya wan bi fuzesiwarên modern heye.
Zelenskiy herwiha daye xuyakirin, welatên hevpeyman şandina çekên ku bo wan soz dane dereng dixin û gotiye, ti hincetek ji bo vê nîne.
Hat diyarkirin ku pêşeroja şer diyar bike, ji bo parastina Kîevê ew neçar in li Donbasê berxwe bidin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşên Rûsya yên dagirkirina Ukraynayê ku ji 24ê Sibata borî ve dewam dikin, niha li herêma Donbasê bi hemû dijwariya xwe dewam dikin û Rûsya hewil dide wê herêmê bi temamî ji Ukraynayê qut bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin