Zelenskiy ragihand: Hefteya bê, gelek girîng e

21 August 2022 17:30 0 dîtin
Zelenskiy ragihand: Hefteya bê, gelek girîng e

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyamekê ragihand ku Roja Serxwebûna Ukraynayê nêzîk dide û ji ber vê yekê jî ev hefte, ji bo Ukraynayê gelek girîng e.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya videoyê peyamek belav kir û di peyamê de bal kişand ser nêzîkbûna Roja Serxwebûna Ukraynayê. Zelenskiy di peyama xwe de bal kişand ser berdewamiya şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê û ev nirxandin kirin:

“Em bi awayekî çalak, dikevin hefteyeke ku ji bo me û ji bo dewleta me gelek girîng e. Li pêşiya me, Roja Serxwebûna Ukraynayê heye. Îsal, bi rastî jî saleke taybet e. Tê hîskirin ku îsal, ev dagirkerî derbasdar e û Ukrayna car din li xwe vedigere.

Em her daîm bi dolsozî dibêjin. Ji bo serkeftina Ukraynayê, divê em şer bikin. Hîn jî divê em gelek tiştan bikin û mixabin divê em li hember êş û azaran jî li ber xwe bidin. Xelkê Ukraynayê, dikare bi xwe, bi welatê xwe û bi lehengên xwe serbilind be.”

Zelenskiy girîngiya berxwedana li dijî şerê Rusyayê destnîşan kir û got,

“Em bi hev re bimînin û em alîkariya hev û din bikin. Em wendahiyan paşve vegerînin. Em ji bo hemû gelê xwe li ber xwe bidin. Em îro kesên ku nûnertiya Ukraynayê dikin, şad û bextewar bikin. Ji xwe û ji Ukraynayê bawer bikin.”