Zelenskiy: Ukraynaya bêyî Kirimê, nayê xeyalkirin

04 July 2023 17:00 0 dîtin
Zelenskiy: Ukraynaya bêyî Kirimê, nayê xeyalkirin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku armanca wî ya dawî, rizgarkirina Kirimê ye ku ji aliyê Rusyayê ve hatiye girêdan û da zanîn ku ew nikarin bêyî Kirimê Ukraynayê bifikirin.

Volodimir Zelenskiy, di hevpeyvîneke ligel CNNê de diyar kir ku ew hewil didin xaka xwe li başûr û rojhilatê Ukraynayê ji nû ve vegerînin û armanca wan a dawî jî rizgarkirina Kirimê ye ku di sala 2014an de ji aliyê Rusyayê ve hatibû girêdan.

Zelenskiy bal kişand ser xebatên Kievê yên li ser vegerandina axên li başûr û rojhilatê Ukraynayê û wiha got: "Em bêyî Kirimê, nikarin Ukraynayê bifikirin. Dema ku Kirim di bin dagirkeriya Rusyayê de be, tenê wateyeke vê yekê heye, şer hîn bi dawî nebûye."

Zelenskiy li ser pirsa “Gelo senaryoyeke ku tê de aştî bêyî Kirimê pêk were pêkan e?” got ku "Wê demê serkeftin çênabe." 

Volodimir Zelenskiy îdia kir ku bersiva Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a li hember serhildana Wagnerê ya çekdar "qels" e û ew ê kontrola gelê xwe wenda bike.