Zelenskiy: Wê Bayraktar li Ûkraynayê bên hilberîn
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku wê fabrîka Bayraktar ya SİHA yan hildiberînê wê li Ûkraynayê bê avakirin û weha got:
“Wê ûnsûrên Ûkraynayê bên bikaranîn û berhemên nû dê bên hilberîn. Em li ser hûrahiya hilberînê axifîn.”
Ji ber hêj şerê navbera Rûsya û Ûkrayna destpênekiribû Tirkiye û Ûkrayna peymana hilberîna dornan an ku balafirên bê mirov (SİHA) îmzekiribûn, li ser mijarê rêvebirê giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar weha gotibû:
“Rûsya çiqas pere teklîf bike jî em nikarin Bayraktar SİHA yan bifroşin Rûsyayê.”
Artêşa Ûkraynayê li dora 7 mehaye ku li hemberê artêşa Rûsyayê Bayraktar TB2 yên ji aliyê Baykarê de tên çêkirin bikartîne. Rêvebiriya Ûkraynayê razîbûna xwe ya ji bo Bayraktar TB2 yan radigihîne. Destekê didin hilberîna wan û wê hevkariya her dû terefan dewam bike.
Dewleta Îranê jî hilberîna balafirên bêmirov dike û difroşe Rûsyayê. Rûsya wan balafirên Îranê li hemberê artêşa Ûkraynayê bikartîne lê li gor nûçeyên ketine ser medya navdewletî; Rûsya ji dronên Îranê razî nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin