Zelensky belgeya serlêdana bilez bo endamtiya NATOyê îmze kir

30 September 2022 18:50 0 dîtin
Zelensky belgeya serlêdana bilez bo endamtiya NATOyê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelensky, piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tevlîkirina 4 herêmên Ukraynayê bo ser Rûsyayê îmze kir, ragihand ku ew dê serlêdana endamtiyê ya fermî bo NATOyê bikin.

Zelesnky, herwiha vîdyoyek belav kir ku tê de belgeya serlêdana bilez bo NATOyê îmze dike û ragihand, wan belgeya pêwîst bo endamtiya NATOyê bi awayekî lezgîn pêk were îmze kir.

Zelensky got ku ew ji xwe hevpeymaneke NATOyê ne û wan bi awayekî eşkere li gorî standardên NATOyê xwe îspat kiriye û got, “Ukrayna vê serlêdanê ji bo bi awayekî yasayî endamtiya wê were pesendkirin dike.”

Hêjayî gotinê ye, îro 30yê Îlona 2022yan piştî referendûmên çend roj berê li herêmên dagirkirî hatibûn kirin, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, biryara tevlîkirina nav axa Rûsyayê ya herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporijyayê îmze kir.