Zelensky: Dîwarê nû yê Berlînê tê lêkirin, lê hûn pista dîwar naxwazin bibînin!
PeyamaKurd - Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky, şeva borî li ser rewşa dawî ya şerê ku ji 24ê Sibatê ve Rûsyayê li ser welatê wan daye destpêkirin peyameke vîdyoyî belav kir û got, 'Divê dinya bi fermî Rûsyayê wek dewleta terorê pênase bike'. Herwiha Zelensky îro Pêncşemê ji Parlamentoya Almanyaya Federalî re jî gotarek pêşkeş kir û rexne li welatên Ewropa û NATOyê girtin ku ew bi tenê hatine hiştin.
Zelensky diyar kir ku Rûsyayê bi şerê ku li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, dîwarekî wekî yê Berlînê lê dike û got, "Hûn naxwazin li pişta dîwar binêrin. Ev di navbera me de ye. Li Ewropayê ji nûve dîwar heye."
Zelensky bang li Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî kir: "Brêz Scholz, vî dîwarî hilweşînin. Lîdertiya ku Almanya heq dike bidin. Rica dikim ji bo dawîkirina vî şerî alîkariya me bikin."
Herwiha Zelensky bibîr xist ku heta niha 108 zarok di nîvê Ewropayê de di êrîşên rûsî de hatine kuştin û da zanîn, dorpêç û sizayên ser Rûsyayê hatine sepandin jî têra bidawîkirina şer nekirine.
Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyî de gotibû, merca wan a ewil a dawîkirina şer parastina rastî ya Dewleta Ûkraynayê ye û got: "Di gotûbêjan de mercên min teqez û diyar in. Divê şer bi dawî bibe, garantiyên ewlehiyê, serdestî û ji nû ve pêkanîna yekîtiya axê pêk bê û ji bo welatê me garantiyên rasteqîn hebin û welatê me bi awayekî rast bê parastin.”
Herwiha Zelensky bang li leşkerên Rûsyayê kir, li şûna li qada şer a Ûkraynayê can didin bila çekên xwe deynin û ji bo bijîn bibin xwedî şansekî da ku sax bimînin.
Zelensky bibîr xist, li bajarê Marîûpol a hatiye dorpêçkirin, bi sedan kesî xwe spartin avahiya şanoyê û ew der jî bi qestî hat bombekirin û hejmara kuştiyan nayê zanîn: “Ji ber tiştên ku Rûsya tîne serê welatiyê me, Marîûpola me û herêma me ya Donetskê kezeba min diperite.”
Serokê Ûkrayna got, siza û dorpêçên dijî aboriya Rûsyayê têrê nake, lewra ew hê jî li Ûkraynayê şer didomîne û divê sizayên nû bêne sepandin.
Zelensky destnîşan kir, “Divê dinya bi fermî qebûl bike ku Rûsya dewleteke terorê ye û ya herî girîng jî divê piştgiriya Ûkraynayê zêdetir bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin