Rûsya | Haya me ji dîwarê li Efrînê tê lêkirin nîne, hebûna Tirkiyê demkî ye

29 April 2019 17:17 0 dîtin
Rûsya | Haya me ji dîwarê li Efrînê tê lêkirin nîne, hebûna Tirkiyê demkî ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ti agahiyên wan li ser lêkirina dîwarekî li Efrînê nîn e û Tirkiyê ji wan re gotiye ku karên wê li bakurê Sûriyê demkî ne.

Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de li Moskowê ragihand, ti zanyariyên wan li ser avakirina dîwarekî li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve nîn e û got: Tirkiyê ji me re gotiye hemû rêkarên wê li bakurê Sûriyê demkî ne.

Demek e artêşa Tirkiyê dîwarekî betonê li navçeya Şêrewa ya Efrînê ava dike û çalakvan û şopîner dibêjin, armanca avakirina vî dîwarî birîna Efrînê ji xaka Sûriyê ye.

Herwiha Lavrov tekezî li ser wê yekê kir, divê rêkeftina Edeneyê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê were bicihkirin.

Lavrov derbarê rewşa Idlibê de jî got: "Mayîna teroristan li Sûriyê nayê qebûlkirin û mafê dewleta Sûriyê heye kontrola hemû xaka xwe bike û wan navçeyan ji terorê pak bike."

Ji aliyekî din ve û li ser pirsa terorîstên DAIŞê yên li cem HSDê girtî ne Lavrov got, welatên Ewropî red dikin çekdarên DAIŞê yên regeznameyên Ewropî bi wan re ne werbigirin û ew welat hewl didin ew çekdarên DAIŞê li Iraqê bêne girtin.

Herwiha got, niyaza Amerîka heye wan çekdarên DAIŞê serbest berde, ev yek jî nabe were kirin.