Zelensky: Rûsya dixwaze bi kustina min Ukraynayê bi awayekî sîyasî biqedîne

25 February 2022 11:34 0 dîtin
Zelensky: Rûsya dixwaze bi kustina min Ukraynayê bi awayekî sîyasî biqedîne

PeyamaKurd Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelensky, li ser facebookê di derbarê rewşa dawî ya şer de axivî û diyar kir, artêşa Ukrayna “hema bêje” temamê welêt parastiye.

Zelensky eşkere kir, hêzên Ukrayna, Balafirgeha Hostomelê ji hêzên Rûs sitendine û got, bi vê yekê bi Kîev a paytext re bawerî çêbûye.

Herwiha Serokomarê Ukraynayê destnîşan kir, di şer de sîvîl û leşker 137 welatiyên wî hatine kuştin.

Zelensky da zanîn, ew xebatên xwe ji navenda hikûmetê didomîne û diyar kir, armanca Rûsya ya sereke kuştina wî ye.

Di berdewamiyê de got, Rûsya dixwaze bi kuştina wî, Ukraynayê bi awayekî sîyasî biqedîne.