Ziyana hêrisa Îranê ji bo Îsraîlê 1,35 milyar dolar e
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ziyana hêrişa rejîma Îranê ya li dijî Îsraîlê ji bo Îsraîlê 1,35 milyar dolar e.
Şêwirmendê berê yê Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Tevgeneral Ram Aminah, ji rojnameya Yediot Aharonot re di derbarê ziyana hêrişa Îranê ya bi frokeyên bêmirov û mûşekên balîstîkî de axivî û diyar kir ku bûhayê ziyana hêrişa Îranê ji bo Îsraîlê 4-5 milyar şêkel (1,35 milyar dolar) e.
Aminah amaje bi wê yekê jî kir ku ev hejmar tenê buhayê ziyana karê parastinê ya ji bo xistina mûşekên Îranê ye û amaje bi wê yekê kir ku ziyanên din ne di vê rêjeyê de ne.
Ram Aminah da zanîn ku sîstema dijî mûşekên balîstîk Arrow ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye çêkirin her yek 3,5 milyon dolar e û balê kêşa ser frokeyên ku ji bo xistina firokeyên bêmirov ên Îranê radibin jî xwedî lêçûnên cuda ne.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di civîna xwe ya çapemeniyê de di derbarê hêrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê de diyar kir ku heta niha zêdetirî 200 firokeyên bêmirov û mûşekên balîstîk ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin