14 dosyayên parlementeran sandin meclisa Tirkiyê
PeyamaKurd – 14 dosyayên parlementeran yên ji bo parêzbendiya wan rabe, hatin şandin ji bo serokatiya meclisa Tirkiyê ku di nav wan de dosya cîgirê serokê meclisa Tirkiyê Nimetullah Erdoğmuş û ya wekîlê grûba CHP ê Engin Altay jî hene.
Tezkereyên serokkomariyê yên ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran ji aliyê serokatiya meclisê de, di nav ewraqên sewqkirî de hatin qeydkirin û şandin komisyona têkil ya edaletê. Parlementerên ku dosyayên wan şandine komîsyonê ev in:
“Semra Güzel (HDP), Berdan Öztürk(HDP), Sezai Temelli (HDP), Tayip Temel (HDP), Remziye Tosun (HDP), Mehmet Ruştu Tiryaki (HDP), Nusrettin Maçin (HDP), İmam Taşçıer (HDP), Habip Eksik (HDP), Ayşe Sürücü (HDP), Salihe Aydeniz (HDP), HDP Feleknas Uca (HDP)."
Di nav dosyayan de 2 dosyayên Semra Güzel, 3 dosyayên Berdan Öztürk, 2 dosyayên Tayip Temel, 2 dosyayên Remziye Tosun hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin