Ahmet Turk pistgirî da Demirtas...
PeyamaKurd – Li ser vekişîna ji siyaseta aktîf û rexneyên hilbijartinê yên Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, siyasetmedar Ahmet Turk piştevaniya Demirtaş kir.
Ahmet Turk, derbarê rexneyên binketina hilbijartinê ya HDPê de got, “Rêxistinîbûnek tune bû. Di nav partiyê de gelek navend pêk hatibûn ku diviyabû bi yekhelwestî tevbigerin.”
Turk dibêje, “Selahattîn Beg siyasetmedarekî serkeftî bû. Hevalekî ciwan û jêhatî bû. Min hêviya biryareke wiha nedikir.”
Li ser rexneya Demirtaş guhnedana gotinên wî jî Turk got ku we beşdarî wê rexneyê nabe û diyar kir: “Di pêvajoya hilbijartinê de kêmasî hebûn. Ji namzedan bigire heta bernameyê. Encamên li herêmên kurdan nîşaneya vê ne. Ji niha şûnde dê gel bipeyive.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin