Amerîka, bi sedan leskeran disîne Iraqê

11 August 2022 16:06 0 dîtin
Amerîka, bi sedan leskeran disîne Iraqê

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hat ragihandin ku ew ê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de 300 leşkeran bişînin Iraqê da ku li hember rêxistina terorî IŞÎDê şer bikin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 300 leşkerên ku werin şandin, dê 9 mehan li dijî IŞÎDê şer bikin û dê piştî 9 mehan car din vegerin Amerîkayê.

Hat ragihandin ku ev leşkerên Amerîkayê, ser bi Firqeya Topxaneya Meydanî ya 163mîn a Pasevanên Niştimanî ya Îndiyana ne.

Di dewama agahiyan de hat zanîn ku14 sal in ku Amerîkayê hejmareke wiha zêde leşker, di carekê de neşandiye herêmê.

Li ser mijarê, hat zanîn ku Aron Lang ê di pasevaniya niştîmaniya Amerîkayê de fermandar e gotiye,

“Her sal hêzên pasevanên niştîmanî li welatan tên bicîhkirin, lê belê beriya niha bi qasî vê hejmarê, leşker ji bo welatên din nehatine şandin.”

Li ser vê yekê medyaya Amerîkayê jî nûçeyan belav kir û ragihand ku leşkerên Amerîkayê bi piranî bi awayekî dilxwaz dixwazin biçin welatên din, lê hin caran fermandar leşker û kesên şareza hildibijêrin.