"Armanca Hamasê tunekirina Îsraîlê ye"
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan diyar kir: "Armanca Hamasê tunekirina Îsraîlê ye."
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî do 29ê Mijdarê di rûniştina xwe ya 9489an de mijara Filistînê û şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de nirxand.
Erdan got, "Armanca Hamasê tunekirina Îsraîlê ye" û eşkere kir: “Hamasê bi eşkere ragihand ku heta Îsraîl tine bibe ew ê 7ê Cotmehê gelek caran dubare bikin û we jî dît. Çawa dibe ku kesek banga agirbestê bike û di heman demê de beyan bike ew li çareseriya şer digere.”
Erdan bal kişand ser daxwaza hin welatan a ji bo ragihandina agirbesteke mayînde û wiha got: "Her aliyek ku piştgiriyê bide agirbestê tenê tê wateya piştgirîkirina çalakiyên terorîstî yên Hamasê yên li Xezzeyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin