Balafirên bêbalafirvan gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin

06 October 2022 09:49 0 dîtin
Balafirên bêbalafirvan gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Balafirên bêbalafirvan, gundê Badane yê li sînorê bajarokê Nalparêz a ser navçeya Pênciwên a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gor Rêveberê Bajarokê Nalparêz do diyar kiriye, tu binke û baregeheke PKKê li sînorê Nalparêz tune ye.

Herwiha da zanîn balafira bêbalafirvan li esmanê navçeyê difire.

Di berdewamiyê de hat ragihandin, do êvarî balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê derdora gundê Şêxelmarên yê ser bi navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirine û balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Şêxelmarên kirine armanc.