Balafirên Îsraîlê êrîsî Samê kirin
PeyamaKurd – Êrîşên asmanî yên Îsraîlê li dijî hêzên rejîma Esed û milîsên bi piştevaniya Îranê li Sûriyê berdewam in, bi taybet li paytext Şamê.
Hat ragihandin ku Îsraîlê li dijî paytext Şamê û derdora wê ya li Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gorî nûçeya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), Îsraîlê duh êvarê di sala 2022an de 32emîn êrîşa xwe ya li dijî Sûriyê pêk anî, bi lêdana herêma Seyîd Zeyneb û Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ku milîsên Îran piştgiriya wan dike li gundewarê Şamê bi cih bûne.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê û derdora Şamê de 2 çekdarên nenas ên ku tê texmînkirin girêdayî Hizbullaha Lubnanê ne hatine kuştin.
Herwiha hat îdîakirin ku di êrîşan de depoya çekan a Hîzbullahê bi temamî hatiye rûxandin.
Li gor nûçeya ajansa SANA ya rejima Esed di êrîşên Îsraîlê da 2 personelên artêşa Rejima Esed birîndar bûn û li herêmê zirarên madî çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin