Balafirên Tirkiyê Herêma Rewaduzê bombebaran kirin!

29 March 2018 10:24 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê Herêma Rewaduzê bombebaran kirin!

Hat ragihandin ku balafirên Tirkiyê yên şer li Kurdistanê li nêzîkî Rewanduzê, gundên Saye, Sevek û Hellemunê bombebaran kirine. Çend roj berê jî li nêzîkî Hewlêrê herêma Soran ya Bradostê hatibû bombebarankirin. Di wê bombebaranê de 4 kes hatibûn kuştin.

Ji bo encama bombebaranê heta niha ti agahî nehatine standin. Ev demeke dirêj e ku Tirkiye ji bo çeperên PKKê, li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê gefan dixwe.