Balafirên Tirkiyê li devera Biradost dan
PeyamaKurd – Duh (04.04.2019) balafirên şer ên Tirkiyê li sînorê herêma Biradost a bajarokê Sîdekan ku dikeve qezaya Soranê dan ku di encama wê bombebaranê de bombeyên wan bi ser hejmareke gund ketin.
Muxtarê gundê Xelîfan, Celal Uzêr ji medyayê re ragihand: “Îro Pêncşemê, balafirên Tirkiyê saet 6 heta 7:30 li gundên Kewertê û Xwakurk û Maremela dan û ji ber wan bobebaranan tirseke mezin li cem welatiyan çêbûye.”
Uzêr wiha got: “Berdewam balafir li ser asmanê vê deverê dizîvirin û ziyaneke mezin dighînin jîngeha deverê.”
Muxtarê gundê Xelîfan wiha berdewam kir: “Ziyanmendên yekem ji bombebaran û topbarana balafiran gundî ne, ji ber ku karê me yê sereke xwedîkirina pez û çêlekan e, ku em nikarin wek pêwîst wan xwedî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin