Balyozxaneya Amerîkayê êrîsa Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir û da xuyakirin ku Amerîka piştgiriya parastina dîplomatên biyanî li Iraqê dike.
Balyozxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand: “Wîlayetên Yekgirtî êrîşa kirêt a li ser endamên Konsulxaneya Tirkiyê şermezar dike û em bi wan re hevxem in.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em piştgiriyê li parastina ewlehiya dîplomatên biyanî li Iraqê dikin.”
Îro çarşemê restoraneke nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê êrîşek bi ser karmendên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê de hat kirin ku cîgirekî konsûlê Tirkiyê û du kesên din hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin