Berfê riya 132 gundên Serhedê girt

20 February 2018 11:50 0 dîtin
Berfê riya 132 gundên Serhedê girt

Li Serhedê ji ber barîna berfê rêya 132 gund û mezrikên ser bi Wanê ve hatine girtin.

Pêla nû ya berfê ku di şeva 19’ê Sibatê de dest pê kir, demeke kurt berdewam kir; lê hatiye ragihandin ku bi sedan rêyên navçe, gund û mezrikên li Serhedê hatine girtin.

Ji ber sedema berf û mija zêde li firokxaneya Wanê, geştên firokeyan hatin betalkirin.

Xebatkarên şaredaryê yên beşa paqijîyê, li Wanê û derdorê wê dest bi paqijiya kolanan ji berfê kirin.