Bexdayê kustina leskerên DYAyî sermezar kir

29 January 2024 16:32 0 dîtin
Bexdayê kustina leskerên DYAyî sermezar kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Basim El-Ewadî di daxuyaniyê de ragihand ku ew wek hikûmeta Iraqê, zêdebûna aloziyê û bi taybet êrîşa li ser sînorê Sûriye û Urdunê şermezar dikin û got: "Em geşedanên metirsîdar ên li herêmê bi fikarên mezin dişopînin."

El-Ewadî pêwistiya dawîlêhanîna geşedanên tûndwer ên li herêmê destnîşan kir û diyar kir ku ji bo destnîşankirina rêgezên bingehîn ên çareseriyê, ew amadene beşdari xebatên pêşîlêgirtina belavbûna pevçûnan bibin û ji bo vê yekê bixebitin.