Bîlançoya teqîna Parîsê eskere bû...

12 January 2019 18:30 0 dîtin
Bîlançoya teqîna Parîsê eskere bû...

PeyamaKurd - Di encama teqîna li Parîsê de ku hat ragihandin, ji ber pirsgirêkeke gaza sirûştî ya firneyekê pêk hatiye 4 kesan can da, 12 ji wan bi giranî 36 kes birîndar bûn.

Wezîrê Navxweyî yê Fransayê  Christophe Castaner di daxuyaniya xwe ya piştî teqînê de ragihand ku 4 kesan can daye ku 2 ji wan karmendên hawarçûhnê (itfaiye) ne.

Li gor zanyariyên dawî, di teqîna gazê ya li meydana Parîsê li herêma Rue de Trévise de ji bilî 4 kesên can dane, 36 kes jî birîndar bûne ku birînên 12 kesan ji wan xedar in.

Polîsê Parîsê jî ragihand ku teqîn ne bûyereke terorê ye û xwest ji hemwelatî dûrî cihê bûyerê bisekinin.