Çapemeniya Amerîkayê serkeftina Donald Trump ragihand!
PeyamaKurd – Di dema ku hejmartina dengan di hilbijartinên Amerîkayê de berdewam e, li gorî encamên nefermî, namzedê Komarîxwaz Donald Trump bi 247 delegeyan di pêşbirka serokomariyê de pêşengiyê dike û bêguman wê serkeftina xwe ya duyemîn a hilbijartinê bi dest bixe. Dema ku hejmartina dengan li gelek eyaletan berdewam dikir, Fox News serkeftina Trump ragihand.
Encamên hilbijartinên serokomariyê yên ku di 5-6ê mijdarê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatin kirin eşkere dibin.
Fox Newsê ragihand ku Trump wek serokomar hat hilbijartin. Li gorî amarên dawî, hevrika Trump a Demokrat Kamala Harris gihişt 214 delegeyan. Di hilbijartinê de namzetê ku bigihêje 270 delegeyan bi ser dikeve.
Ligel ku hêj encamên fermî nehatine eşkerekirin jî, li gorî eyaletên ku bi dest xistine, ji 270 delegeyên ku ji bo serokkomariyê pêwîst in, derbas bûye.
Di hejmara giştî ya dengan de, Trump li hember hevrikê xwe Harris ku zêdetirî 61 milyon deng bidest xistibû, bi zêdeyî 66 milyon dengan avantajek eşkere bû.
Trump wê piştî salên 2016-2020an dîsa li Qesra Spî rûne.
Piştî ku Komarparêz di hilbijartinê de bi ser ketin, Senatorê Ohio James David (JD) Vance (39) wê bibe cîgirê serok.
Trump piştî ku encam derketin wê li Palm Beach, navenda kampanyaya xwe biaxive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin