CENTCOM: 44 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Îraq û Sûriyeyê di 6 mehan de 44 çekdarên DAIŞê kuştine.
CENTCOMê daneyên 6 mehên dawî yên hêrişên DAIŞê û operasyonên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li dijî DAIŞê belav kirn.
CENETCOMê ragihanda ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hevakriya artêşa Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD), li Iraq, Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê, li dijî DAIŞê 196 operasyon pêk anîne.
Li gorî CENTCOMê di wan operasyonan de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 166 çekdar jî hatine girtin.
Herwiha ji wan operasyonan 137 operasyonan, li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hatine û di wan operasyonan de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 74 çekdar jî hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin