CHPê 242 namzetên saredariyan eskere kirin

11 January 2024 12:29 0 dîtin
CHPê 242 namzetên saredariyan eskere kirin

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Denîz Yucel navên 242 namzedên şaredariyê yên li navçeyên hilbijartinên herêmî hatin diyarkirin eşkere kir.

Berdevkê CHPê Yucel ku nîvê şevê derket pêşberî kamerayan, diyar kir ku namzetên serokomariyê li 6 şaredariyên bajarê mezin, 15 şaredariyên parêzgehan, 189 şaredariyên navçeyan û 33 şaredariyên bajarokan hatine diyarkirin.

-Namzetên şaredariyên bajarên Mezin

Edene: Zeydan Karalar

Aydin: Özlem Çerçioğlu

Eskişehir: Ayşe Ünlüce

Hatay: Lütfü Savaş

Mêrsîn: Vahap Seçer

Tekirdağ: Candan Yüceer

-Namzetên şaredariyên parêzgehan

Afyonkarahisar: Burcu Köksal

Artvîn: Bilgehan Erdem

Bilecik: Melek Mızrak Subaşı

Çankiri: Îlhan Tekin

Giresun: Fuat Köse

Kırklareli: Mehmet Siyam Kesimoğlu

Kilîs: Hakan Bilecan

Nigde: Hulusi Özen

Osmaniye: Serkan Karayiğit

Sînopê: Mehmet Gürbüz

Tuncelî: Alî Mustafa Çelîk

Uşak: Özkan Yalım

Yalova: Mehmet Gürel

Yozgat: Özkan Şengul

Zonguldak: Tehsîn Erdem

Li ser pirsa Erdal Beşîkçîoglu jî wiha got: "Erdal Beşîkçîoglu bû namzed. Ti krîz nîne. 242 namzedên ku îro hatin diyarkirin û namzedên ku me berê di Serokwezîriyê da diyar kiribûn hevalên me ne ku bi derbasbûna parzûnê va hatin diyarkirin. Lijneya Rêvebiriya Navendî û PM bi girtina fikrên rêxistinên me û bi biryara serokwezîr bûn namzet. Krîz tune ye. Dibe ku namzedên din îdiayên cuda cuda bikin. Bi biryara serokwezîr Erdal Beşîkçîoglu ji bo namzetiya Etimesgut minasib hat dîtin."

Li aliyê din Yilmaz Büyükerşen ku 25 sal in Şaredarê Bajarê Mezin ê Eskîşehîrê ye, di hilbijartinên 2024an de jî namzetiya xwe ragihand. Lê belê hat diyarkirin ku Büyükerşen di kêliya dawî de namzetiya xwe paşve kişandiye û piştgirî daye Ayşe Unluce.