CHPê bersiva pirsa "Namzedê maseya 6 alî wê kengî were eskerekirin? da
PeyamaKurd – Di dema ku Tirkiye amadekariya hilbijartinên 2023an dike, namzedê serokomariyê yê maseya 6 alî hê jî nehatiye eşkerekirin. Di vê navberê de li ser wê kî bibe namzet û wê kengî namzed bê eşkerekirin, ji CHPê daxuyanî hat.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcanê ku di bernameyeke televîzyonê ya beşdar bû, bersiva pirsa "Namzedê maseya 6 alî wê kengî were eşkerekirin?" da.
"Dawiya Kanûnê an destpêka Çile"
"Namzetê maseya 6 alî wê kengî were eşkerekirin?" Tezcan di bersiva pirsê de diyar kir ku maseya 6 alî, xebatên xwe didomîne û got, "Komîsyona hevpar heye ku beriya ragihandina namzetiyê wê polîtîkayên hevpar diyar bike. Di bin navê 9 sernavên sereke û 72 jêrnivîsan de xebatên xwe didomînin. Plan dikin ku di dawiya meha Kanûnê an jî di serê Çileyê de temam bikin. Namzedê serokomariyê jî wê di heman heyamê de diyar bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin