Civîna Tirkiyê û Rûsyayê encam da

05 March 2020 23:44 0 dîtin
Civîna Tirkiyê û Rûsyayê encam da

PeyamaKurd- Piştî civîna navbera Tirkiye û Rûsyayê ya li Moskovayê her dû alî peyamên xwe ragihandin. Hevdîtina navbera her dû heyetan 5 siet û 40 deqe dewam kir. Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan got ku sedema xerabûna lihevkirina Soçiyê rejîma Sûriyê ye. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ragihand ku di her halî de çare peyda dibin û îro jî me wisa kir. Putin her weha behsa kuştina 33 leşkerên Tirkiyê kir û got ku haya wan nebû ku li wê deverê leşkerên Tirkiyê hebûn.

-Li gor peymana navbera her dû aliyan wê agirbes îşev piştî nîvê şevê destpêbike. Temamê tevgerên leşkerî wê bên rawestandin.

-Li ser rêya M4 ê wê dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê bigerin û li başûr û bakûrê M4 ê wê bi qederê 6 km yan herêma bi ewle çêbibe. Di nava 7 rojan de wê bo hûrahiya wê biryar bên dayîn.

-Wê Tirkiye mafê xwe yê parastinê daîma weka mafê xwe biparêze.

-Wê temamê grûbên terorîst ji holê bên rakirin. Grûbên terorîst ew grûbin ku ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de bi terorîstî tên naskirin.

-Hevdîtinên Cenewreyê bo çareseriyê esas in.

-Di pêşde dê hûrahiya xalan bên niqaş kirin.