DAISê êrîsî baregehên hêzên Esed kir

03 May 2022 19:53 0 dîtin
DAISê êrîsî baregehên hêzên Esed kir

PeyamaKurd – DAIŞê li bajarokê El-Qoriyê yê rojhilatê Dêrazorê êrîşî ser baregehên hêzên rejîma Sûriyê û komên alîgirên wê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser bingehên rejîma Sûriyê de, 8 leşker birîndar bûne.

Herwiha SOHRê eşkere kiriye ku ji destpêka sala 2022an ve di operasonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de, 195 kes hatine kuştin ku ji wan 104 DAIŞî ne. Herwiha 91 leşkerên hêzên Sûrî jî di encama 35 êrîşan de hatine kuştin.