DAISê êrîsî Hêzên Artêsa Sûriye kir

11 May 2019 11:01 0 dîtin
DAISê êrîsî Hêzên Artêsa Sûriye kir

PeyamaKurd - Rêxistina terorê DAIŞê êrîşî hêzên Artêşa Sûriyê li çolistana Dêrazorê kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê  ziyanên canî jî çêbûn.

Rêxistina Mafên Mirovan  a Sûriyê (SOHR) belav kiriye, ku terorîstên DAIŞê êrîşî Hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarê Meyadîn ê ser bi Dêrazorê ve kirin e. Ligor Rêxistinê şer di navbera her dû aliyan de derketiye û ziyanên canî jî hene.

Beriya niha SOHRê eşkere kiribû, ku li çolistana di navbera parêzgeha Hums û Dêrazorê de çar hezar KM çargoşe erd, di destê rêxistina DAIŞê de ye.

Herçiqasî li dijî DAIŞê serkeftin hatibe ragihandin jîİ DAIŞ li Sûriyê û Iraqê êrişan pêk tîne, tê diyarkirin ku şaneyên razayî yên vê rêxistina li her du welatan hene. Di valahiya ewleyî de, car caran êrîşan dibin ser hêzên Sûriye û Iraqê.