Dayika Tuncer Bakirhan koça dawî kir

23 July 2024 13:30 0 dîtin
Dayika Tuncer Bakirhan koça dawî kir

PeyamaKurd - Dayika Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Îpek Bakirhan îro çû ser dilovaniya xwe.

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dayika Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Îpek Bakirhan îro çûye ser dilovaniya xwe.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin ku "Dayika Hevserokê me Tûncer Bakirhan îro jiyana xwe ji dest da."

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku ji ber koça dawî ya dayika Tuncer Bakirhan Civîna Komî ya DEM Partiyê ya li parlamenê hatiye betalkirin.

Dayika Bakirhan Îpek Bakirhan 69 salî bû û demeke dirêj bû ji ber pençeşêra pankreasê dihate dermankirin.

DEM Partiyê her wiha da zanîn ku Îpek Bakirhan, wê sibê li axê bê spartin.