DEM Partî derdikeve sefera Ewropayê

12 May 2024 15:33 0 dîtin
DEM Partî derdikeve sefera Ewropayê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Alîkara Hevserokê Pêwendiyên Derve Ebru Gunay sibe 13ê Gulanê serdana Almanyayê dikin.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê eşkere kir, Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay dê sibe biçin Almanyayê û heta 15ê mehê li wir bimînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay wê li Almanyayê bi “siyasetmedar û saziyên dost” re li ser geşedanên herêmî û cihanê hin hevdîtinan bikin.

Dîsa hatiye ragihandin ku wê parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hakki Saruhan Oluç jî di navbera 12 û 15ê Gulanê de li Awisturyayê bin û hevdîtinan bikin.