Doktorên Nîjeryayê greva xwe pasde xistin
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê bi sedema ku hukumet mehaneyên doktoran nedane û şertên xebata wan baş nîne, doktorên ku di xizmeta giştî de dixebitin ketibûn greva daîmî lê piştî bi hukumetê re hevdîtin kirin grevê paş de xistin.
Serokê Yekîtiya doktorên xwecîh (NARD) Dr. Orji Emeka İnnocent ragihand ku NARD di hevdîtinên bi hukumetê re pêşdeçûn çêbûne lewra biryara paşdexistina grevê dane. İnnocent got ku ji îro pê de doktor dest bi xebatê kirine û weha dewam kir:
“Di nava 2 hefteyan de em ê pêşdeçûnên bûne bidin ber çav. Eger hukumet soza xwe bicîh neyne, em êcar din bikevin grevê.”
Greva doktoran di 26 ê Temmûzê de dest pêkiribû. Ji ber grevê di nexweşxanên dewletê de kêmasiya xizmeta tenduristiyê gelek zêde çêbû. Ji ber şertên xerab yên xebata doktoran, di her heftê de 50 doktor ji Nîjeryayê diçin derveyê welat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin